Pkkê Êrîşî Qereqolekê Kir: Yek Kuştî 6 Brîndar

Şer û operasyonên li herêmê nasekinin. Çiqas şer û operasyon tên rast kirin, şerpezehiya millet jî ewqas zêde dibin.

 Şer û operasyonên li herêmê nasekinin. Çiqas şer û operasyon tên rast kirin, şerpezehiya millet jî ewqas zêde dibin. Lewra di nava du agiran de ne. Şêrê ku millet ne terefdar û dilxwazê wî, tu feydê nade millet. Ev şer ji bo millet dibe derdê li ser derdan, barê li ser baran.

Do çekdarên PKKê li navçeya Hênê bi roket û sîlehên otomatîk êrîşî qereqolekê kir. Şer qederê du saetan dewam kir. Di êrîş de eskerek û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin, 6 esker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê bi desteka hêzên hewayî eskeriyê dest bi operasyonê kir.

Li Dihê ya navçeya Sêrtê di heyama operasyonan de, malzemên teqînê yên di erdê de bikeyskirî hat dîtin û hat îmhekirin.

Li aliyê din aligirên PKKê li Cizîra Şirnexê, bi molotofan êrîşî pêşdibistaneke zarokan kir. Di hadîseyê de agir bi mektebê ket. Şewat ji teref ekîbên îtfaiyê ve hat tefandin. Di heyama êrîşê de li mektebên zarok tunebûn. Ji ber vê yekî tiştek bi tu zarokan nehat. Lê weliyên zarokan li ber êrîşê tepkî nîşandan. Polîs ji bo girtina êrîşkeran dest bi operasyonê kir. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be