Pkkê Êrîşî Şantîyê Kir

Pkkê li Mûşê êrîş bir ser şantiyekê, di êrîşê de wesaîtên kar şewitandin û dest dan ser çekên qorûciyên gund.

Pkkê li Mûşê êrîş bir ser şantiyekê, di êrîşê de wesaîtên kar şewitandin û dest dan ser çekên qorûciyên gund.

Li gor beyana nivîskî ya walîyê Mûşê Vedat Buyukersoy, do bi şev li gundê Akpinarê grubeke çekdar yê PKKê, êrîşî qereqola cendermeyê ya ku hêjî înşaeta wê dewam dike kir. Piştî ku 5 qorûciyên gund û karkerekî şantîyê bêtesîr kirin, 2 wesaîtên qorûciyan şewitandin û bi maddeyên teqînê înşaeta qereqolê hilweşandin. Her weha dest dan ser keleş û telefonên qorûciyên gund û ji devera hedîseyê revîyan.

Di dewama beyanê de jî hat îfadekirin ku 8 çekdarên Pkkê girtine ser madena ocağê ya ‘aydiyê înşaeta beraja Alparslan 2 ya ku di navbera gundê Dûmlûsû û Akpinarê de ye. Çekdarên Pkkê 4 karker bêtesîr kirin û 3 qamyon, ekskavatörek û otomobîleke kar ên şantiyeyê şewitandin û ji devera bûyerê reviyan.

Dengê Xana Axpar

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin