PKKé, Êrîşî Sazîyên Îslamî Kır

Pkk ya ku felsefeya xwe ya xelasîyê lı ser dujmunatîya Îslamê ava kırîye, bı bıhana pevçûnên kobanê, lı Muslumanên Kurdîstanê, herb îlan kırın. Pkkya taşeron wek baltacîyên lı mısrê, bı sîlehên otomatîk êrîşî Muslumanan û sazîyên îslamî kırın.

Pkk, ji ava bûna xwe û heta îro, li dijî Îslamê herbê dike. Bi bihana pevçûnên Kobanê, bi sîlehên otomatîk êrîşî kesên muteddeyîn û sazîyên Îslamî kirin.

Polîsên ku li bûyeran temaşe dikir û mudaxele ne dikirin, Dîyarbekir di serî de li gelek bajar û navçeyên Kurdîstanê, xwe ji kuçeyan dan alî û tenê qîma xwe bi temaşekirina bûyeran anî.

Li herêma ku çeteyên faşîst êrîş li muslumanan rast dikir, sazîyên sivîl yên Îslamî beyanat dan û îfade kirin ku êdî gelê musluman ji bo xwe bi parêzin bera tedbîran bigrin.

Li ser vê bangê, gelê muslumên kurdîstanê ji mecbûrî dest bi girtina çekan kirin.

Hat şîrovekirin ku Hukûmeta AKPê çavê xwe ji êrîş û çekdarbûna çeteyan re digrin û divê bera “hemû muslumanên Kurdîstanê li hember êrîşên çeteyên Pkk ya dujmunê Îslamê bi tedbîrbin” û divê ber bawerîya xwe bi ya ku navê wê “Emnîyete” neynin.

Li Qoserê çeteyan bi sîlehên otomatîk êrîş rast kirin. Lê polîsan êrîşker kişkişand û 10 kesên ku marûzî êrîşan bûbû xistin binçavan. Hat xuya kirin ku dewlet û Pkk hevkarên hevin.

Ger dewlet tedbîrên hewce negrin, wê kuçe û kolan bibin gola xûnê û yên perpirsyarê herî mezin jî, Emnîyeta ku li ber vê wahşetê kerr û kor dibînin.

Ji teref xelkê ve jî, bi taybetî hat dîyar kirin ku xwe parastina xelkê musluman, ji hêla Îslamî û Însanî ve heqekî meşrûye.

BANGAHEQ

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar