Xeberan diyar kirin ku li Gevera Colemêrgê, gundiyekî cerdevan yê ku li ber înşaata qereqolê nobet digirt, di êrîşa mensûbên PKKê de hatiye kuştin.
Hadîse li gundê Xirvata qewimî. Hinek cerdevan li ber înşaata qereqolê nobet digirtin. Ji dûranî ve çend mensûbên PKKê, bi sîlehên otomatîk li wan reşandin. Di navbera cerdevan û PKKê de, şer qewimî. Di pevçûnê de cerdevanek hat kuştin. Li ser hadîseyê li herêmê operasyon hat rast kirin.
Li gor beyana wezîrê karên hundir Îdrîs Naîm Şahîn, li Tirkiye 45 hezar û 181 cerdevan hene. Nêzî 800 lîra meaş digirin. Bi sîgorta dixebitin. Kesên xizmeta xwe biqedînin teqawîd dibin. 15 hezar û 784 cerdevanên teqawîd hene. Ên teqawîd di navbera 350 û 530 lîra meaş digirin.
Her çiqas van îmkan ji wan re bên dayîn jî, rewşa wan ne ewqas xweş e. Lewra tê gotin ku cerdevan di navbera du zordestiyan de, ji bo ji war û malê xwe nebin, xwe didin ber gelek zehmetî û şerpezehiyan.