Pkkê Li Şirnexê 4 Gundî Revandin

Digel pêvajoya çareserîyê jî Pkk zulm û êrîşên xwe yên li xelkê kurd dewam dike. Pkkê li Xorsîya gundê Basêya navçeya Şirnexê, bi zora sîlehê 4 kes revandin. Li alîyê din li ser rêya Mûş û Dîyarbekirê, qamyonek û 2 wesaîtên kar ji teref Pkkê ve hatin şewi

Pkk digel qaşo pêvajoya çareserîyê jî, di serî de xelkê kurd ê musluman li ser hemî kesên ku ne ji wan in zulm û êrîşên xwe didomîne.

Pkkê li Xorsîya gundê Basêya navçeya Şirnexê 4 kes bi zora sîlehê revandin.

4 çekdarên Pkkê yên jin, bi bihana ku wê bidin pirsandinê 4 gundî bi xwe re revandin. Hat îddîa kirin ku wê 4 gundîyên revandî, piştî çend rojan dîsa serbest bên berdan.

Ji bo girtina Pkkyîyan û xelaskirina gundîyên ku hatine revandin, li herêmê operasyon hat destpêkirin.

Li aliyê din li ser rêya Mûş û Dîyarbekirê, qamyonek û 2 wesaîtên asfaltê ji teref Pkkê ve hatin şewitandin. Bi midaxela ekîba tefandinê ya Şaredarîya Mûşê agir hat vemirandin.

Hat beyankirin ku ji bo girtina faîlên hedîseyê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"