PKKyîyan li Bidlîsê 20 wesayît şewitandin

Endamên PKKê yên ku rêya Bidlîs û Diyarbekirê birîn 20 wesayîtên ku ji TIR û qamyonan pêk dihat şewitandin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin endamên PKKê li ser rêya Bidlîs û Diyarbekirê li mewkîya Buzlupinarê rê birîn û wesayîtan sekinandin. Endamê PKKê piştî ku propogandaya rêxistinê kirin re  wesayîtan şewitandin.

Kesên PKKyî li ser rê tevde 20 wesayîtên ku ji TIR û qamyonan pêk dihat şewitandin. Kesên PKKyî piştî ku wesayîtan şewitandin ji cihê bûyerê revîyan û di tarîtîya şevê de winda bûn.

Ji bona PKKyîyên ku wesayîtan şewitandine werin girtin li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin