Plana Îşğalkirinê Ya Obama

Serokdewletê Amerîkayê û lîderê seferên xaçperestan Barak Obama, bi ser navê mucadela li ber Daîşê, plana xwe ya îşğalkirina Iraqê, bi qamûyê re parve kir. Plana îşğalê ji 4 merhaleyan pêk tê.

Serokdewletê Amerîkayê û lîderê seferên xaçperestan Barak Obama, bi ser navê mucadela li ber Daîşê plana xwe ya îşgalkirina İraqê bi qamûyê re parve kir. Plana îşgalkirinê ji 4 merhaleyan pêk tê. Ew jî êrîşên hewayî yên sîstematîk, ji hêzên ku li ber Daîşê mucadele dikin rezêdekirina destekê, birîna çavkaniyên fona ji Daîşê re û zêdekirina îstîxbarat û alîkariya însanî ye. 

Serokê Amerîkaya emperyalîst ya ku alema îslamê xistiye gola xwînê, dîsa behsa xelaskirina însaniyetê kir. Got ku tu eleqa Daîşê bi Îslamê re tune ye, lewra kesên derdikevin pêş wê dikujin. Lê eşkere ye ku Amerîkaya makîneya herbê li coğrafyaya Îslamê, ji ğeyrî wehşet û xwîn û hêsiran tiştek li dû xwe nehiştiye. Bombeyên xwe heta bi ser axurên heywanan de jî barandine. Ji qetlîamên Ğezzeyê re kerr û korr ma û destek da melûnê Îsraîla siyonîst.

Lîderê seferên xaçperestan Barak Obama, dixwaze di van planên îşgalkirina erda Îslamê de, desteka Erebistan, Misir, Urdun, Yekîtiya Emîrtîyên Ereb, Kûweyt, İraq û Tirkiyê bigre. Heta ku lîderên welatên muslumanan li ber plana lîderê seferên xaçperestan guh nedin emrê Xweda û Resûlê wî, ew ê di nav zilletê de bin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar