Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin 21ê Îlona sala 2017an teqabûlî sersala Hicrî dike û her wiha bi destpêka vê dîdû re weha hat gotin: “Divê ew rihê biratiyê ya dema ku Pêxemberê me Hz. Muhammed û eshabê wî hîcret dikirin hebû di roja me de ji nû ve bê tesîskirin. Mixabin endîşe û fikara li gor wan welatên medenî yên dinyayê hereketkirin me ji wextê Îslamê ango ji Teqwîma Hîcrî dûr xistiye. Ev yek têra wan nekir û rabûn di her rojeke Teqwîma Mîladî de taybetiyek bi cî kirin û dîroka me bi me dan jibîrkirin. Îro me dîroka xwe ji bîr kir û ji Qur’an û Sunnetê dûr ketin. Divê em wek Ummeta Îslamê ji nû ve xwe bi Qur’an û Sunnetê bigrin û divê em hewil bidin da ku em wan bidin jiyandin û fêmkirin. Divê em ji ber meseleyên nehêja nekevin îxtîlafê.Mixabin li her derê dinyayê Misliman di nav sefalet û îxtîlafan de ne. Ev rewş wêrekbûnê dide kufrê û hewil tê dayîn da ku Misliman bên tinekirin.”
Di dawiya peyamê de hat destnîşankirin ew ji Rebbê aleman hêvî dikin ku sersala Hîcrî bibe wesîleya hişyarbûn,biratî û wehdeta Mislimanan.(ÎLKHA)