Aliman bernameyên Wiladeta Pîroz nirxandin û îfade kirin: Ev bernameyê ku ji teref Evîndarên Pexember ve tên li dar xistin ji bo teblîx û dozvanan re wesîle û navgîn in
Mela Cemal Ozdemir, fikr û ramanên xwe bi Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) re parve kir û wiha ragihand: Ez bi bîr û raman im ku Palatforma Evîndarên Pêxember ji bo yekîtî û wahdeta ometa îslamê îmzayên xweşik diavêje. Ez wisa difikirim ku ev bernameyên ku bi navê Wîladeta Pîroz tên li dar xistin gelek bi tesîr, bandor û kêr û feyde nin. Ev bernameyên ku a niha li qad û meydanan tên li dar xisitin berê li malan dihatin li dar xistin. Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember razî be. Gelek bernameyên xweşik ji bo Wîladeta Pîroz li dar xistin. Bi van bernameyan rêyêk rind û xweşik vekirin.
Ozdemir her wiha got: Divê em li pêy Qasidê Xwedê herin. Ez hêvî dikim ku hijmara van bernameyên ku bi navê Wiladeta Pîroz tên li dar xistin herbiçe zêde bibe û dengê Qur'an û îslamê zêdetir geş bibe. Em di vê xal û mijarê de hêvîdar in û wê Xweda nura xwe temam bike. Nura Xwedê bi girtina suneta Resulê Xwedêye. Xwedê di Qur'ana pîroz de dibêje, 'Heke hûn ji Xwedê hez dikin tabiê Resûlê min bibin.' Gele mirov çawa tabiê Qasidê Xwedê dibe? Dema mirov ji Resûlê Xwedê hez bikin û li gor jiyana wî heyata xwe bidomînin tabîê Qasidê wî dibin. Ji bo vê jî ev bernameyên ku ji teref Platforma Evindarên Pêxember tên li dar xistin gelek girîng in. (ÎLKHA)