Polês ji xelkê Meletî yên ku xwestin biçin Baregeha Kurecîkê re astengîyê derxist

Xelkê Meletîyê ku piştî êrîşa rejîma terorê ku li Xezzeyê ji nexweşxaneyekî re lidarxist û qetlîamekî kir protesto bikin derketin kolanan û xwestin ku ew biçin Baregeha Radar a Kûrecîkê, lê polêsê Meletîyê ji xelkê re astengîyê derxist.

Di encama bomberana rejîma terorê ya ku ji nexweşxaneya Ehlî Ereb ya li Xezzeyê lidarxist de bi sedan zarok, jin û sîvîl hatin şehîdkirin.

Ji bona ku ev bûyerê protesto bikin û alîyên xwe nîşan bidin ku ew li alîyê xelkê Xezzeyê ne, li Tirkîyê û di gelek bajarên dinyayê de xelk xwe derxistin kolanan.

Xelkê Meletîyê jî ji ber ku ev qetlîamê protesto bikin û nerazîbûna xwe nîşan bikin ku ew dibêjin em li alîyê xelkê Xezzeyê ne protesto hatin lidarxistin û di encama protestoyan de xelk berê xwe da Baregeha Radar a Kurecîk ku aîdê Emrîqayê ye.

Lê di encama ev bûyerê de polêsê Meletîyê pêşîya xelkê Meletîyê girt û ji wan re astegîyê derxisti ku bila neçin baregeha terorîstan û li wê derê protestoyan lidarnexin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yew birindar esto
Yek jê giran 3 birîndar
Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê
Nizar Amêdî bû serokkomarê Iraqê
Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar