Polêsê Fransayê bi postalan ket nava camiyê

Li Fransayê polêsên ku bi postalan ketin hundirê camiyê bi zext û zorê Mislimanên ku li hundir nimêj dikirin û Qur’an dixwandin derxistin derve.

Li Clichy-la-Garenneya Parîsa paytexta Fransayê polês bi postalan ketne nava mizgeftekê û bi zorê kesên ku di hundir de îbadet dikirin derxistin derve.

Mislimanên ku qerara di şûna camiyê de çêkirina navenda multîmedyayê protesto dikirin li rasta zext û zordarî û şiddeta polêsên Fransayê hatin. Polêsan bi postalên xwe ketne nava hundirê camiyê bi zext û zorê Mislimanên ku li hundir nimêj dikirin û Qur’an dixwandin derxist derve.

Piştî êrîşa ku pê maf û heqên însanan û her wiha heqê baweriyê tê binpêkirin re cemaeta mizgeftê li ber avahiya Şaredariya Clichy-la-Garenneya ku qerara çêkirina navenda multîmedyayê daye li hev civiyan û şaredariyê protesto kirin. Cemaeta mizgeftê piştî xwepêşanê li ber avahiyê nimjê kirin.(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin