Polêsê ku bû sedema mirina du bireyên ku di mala xwe de radizan hat girtin

Li Silopiya Şirnexêwesayît zirx a polêsan ji ber ku li malekê qelibî bû 2 birayên ku di mala xwe de radizan jiyana xwe ji dest dabûn. Polêsê ku ji van mirinan re bûbû sedem hat girtin.

Berî vê çend rojan li Silopiya Şirnexê wesayîta bi zirx a polêsan li malekê qelibî bû dîwara malê di ser 2 birayên bi navê Furkan Yildirim û Muhammed Yildirimê ku di mal de bûn de ketibû. Ji ber ketina dîwêr her du zarok jî jiyana xwe ji dest dabûn. Polêsê ku ji van mirinan re bûbû sedem hat girtin.

Serdozgeriya Komare yê Silopiyê  di derbarê mirina du birayên ku jiyana xwe ji dest dabûn de lêpirsîn vekir. Polêsê ku ajokarê panzerê bû û bûbû sedema mirina her 2 birayan ji teref Hakimtiya Cezaya Sulhê ya Silopiyê ve hat girtin.

Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgeriya Komare yê Silopiyê  Mehmet Patlak ve hat dayîn de hat ragihandin lêpirsîna ku hatiye destpêkirin bi şikleke hesas tê birêvebirin.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin