Polêsê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin polêsê ku di êrîşa teqemenîyê ya ku li Kerborana Mêrdînê hatibû kirin de giran birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa ku di derdora 16.00an de li navçeya Kerborana Mêrdînê li polêsan hatibû kirin de 1 jê giran tevde 4 polês birîndar bûbûn.

Polêsên bi navê Şahîn Şenturk(31), Ferît Levent(34), Alî Maden(48) û Ercan Hirçin(36) ên ku di êrîşê de birîndar bûbûn rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Ji polêsan polêsê bi navê Ercan Hirçin ê ku giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar