Polîsan mudaxeleyî xizm û naskirîyên karkerên TPÎCê kir

Di roja 3yemîn a çalakîya karkerên TPÎCê de polîs mudaxeleyî xizm û eqrebeyên karkerên kir.

Di roja 3yemîn a çalakîya karkerên TPÎCê de polîs mudaxeleyî xizm û eqrebeyên karkeran kir.Di dema mudaxeleyê de gengeşî û xirecir di navbira polîs û xizmên karkerên TPÎCê de derket. Di xirecira ku pêk hat de komîserek ji çavê xwe birîndar bû.

Wek ku tê zanîn 140 karkerên ku di bin nave TPÎCa ku girêdayîyê TPAOyê de dixebitin ji ber endîşeya betalkirina peymanê kar, çalakîyek dabûn dest pê kirin û ev bû 3 roj ku li ser birca F-214an a TPOAyê çalakîyên xwe  hê jî didomînin.

Xizm û naskirîyên karkerên ku çalakî dabûn dest pê kirin,  ji bo piştgirîyê bidin karkeran xwestin ku têkevin cihê karker lê çalaki li dar bixin.

Naskirî û xizmên karkeran xwestin ku têkevin qada ku lê çalakî lê tê lidarxistin. Lê belê polîsan ji vî tiştî re destûr neda. Ji ber ve yekê di navbirê polîs û naskirîyên karkeran de xirecir derket. Di encama xirecirê de komîserek ji çavên xwe birîndar bû.  Gengeşî û xirecir bi wesîleya rayedarên Sendîkaya Petrol Îşê ya Şaxa Batmanê bi dawî bû.

Xizmên karkeran ji bona piştevanî û destekê bênavbir sloganan avêtin. Malbatên ku ji bo piştevanîyê hatibûn pişt re derbasî ber derîyê Midûrîtîya Heremê ya TPê bûn û çalakîya rûniştinê dan destpêkirin. Ji ber vê yekê gelek polîs li cihê çalakîyê hatin amadekirin.

Serokê  Sendîkaya Petrol Îşê ya Şaxa Batmanê Mustafa Tekîk di derbarê mijarê de ji mensûbên çapemenîyê re daxuyanîyek da . Tekîk di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku: “Ev bû 3 roj ku karker ji bona cardin dest bi karên xwe bikin çalakî dane destpêkirin. Heta ku karker ji nû ve vegerin li ser karên xwe ew ê çalakîyên xwe bidomînin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar