“Problemeke Almanya bi Tirkîyê re heye”

Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu di warê pêwendîyên bi Almanyayê re de diyar kir “Tu problema Tirkîyê bi Almanyayê re tuneye. Lê problemeke Almanya bi Tirkîyê re heye.”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê pêwendîyên bi Almanyayê re de diyar kir ew hêvî dikin pêwendîyên wan ên bi Almanyayê re baş bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu problema Tirkîyê bi Almanyayê re tuneye. Lê problemeke Almanya bi Tirkîyê re heye û di her firsetê de êrîşî Tirkîyê dike.”

“Ger Almanya  Tirkîyê tehdîd bike ew ê Tirkîyê li dijî vê yekê tiştê pêwîst bike”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de Almanaya îqaz kir û wiha got: “ Divê Almanya vê yekê fêm bike. Ger ew ber bi Tirkîyê ve gavekê bavêje ew ê Tirkîye du gavan bavêje. Ev ne zeîfî ye, bereks ji dil tê.Lê belê ger Almanya  Tirkîyê tehdîd bike ew ê Tirkîyê li dijî vê yekê tiştê pêwîst bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin