Protesto Belav Dıbın
Mılletê Musluman, Lı Ber Fîlma Heqaretwarî Rabûn Pıya
Fîlmek ku bi hevkariya Emrîka û Îsraîl hatibû çêkirin, Kiptiyên li Emrîka tê de dilîstin û heqaret li pêxemberê me û li Îslamê dikir, bû sebebê serhildan û protestoyên milletê muslumana. Ev serê çend roja ye li gelek welatên rojhilata navîn û Efrîka, li ber fîlma xebîs, tepkî û xwepêşandan tên li dar xistin.
Li Yemenê, millet li ber fîlma heqaretwarî rabûn piya. Li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Protesto li dar xistin. Polîs li protestovana gulle reşand. Di hadîseyan de 4 protestovan hatin qetil kirin. Dora 15 kesan jî brîndar bûn. Serekcimhûrê Yemenê Mansûr Hadî, reziliya xwe anî ziman û ji ber hadîseyan ji serekê Emrîka û ji xelkê Emrîka uzir xwest.
Li Misrê komel û koalîsyonên ciwanan, milletê musluman û fillehan gazî meydana Tahrîrê kirin ku li ber fîlmê tepkiyên xwe nîşan bidin. Muftutiya Misrê destek da vê gaziyê. Xwepêşandanên li ber sefaretxana Emrîka jî dewam dike.