Li Kenyayê çend roj berê, lîderek muslumanê welêt Rogo Muhammed, ji teref zilamên hikûmetê ve hatibû şehîd kirin. Muslumanên bajarê Mombasa, polîsên hikûmetê sûcdar kiribûn û şehîdkirina Rogo Muhammed protesto kiribûn. Protestoyên wan dewam dikin.
Hat îfade kirin ku polîs, ji ber hadîseyên protestoyê 12 kes desteser kirine. Tê îddîa kirin ku Rogo Muhammed, muslumana di sefên Eşşebabê de teşwîkî şerrê li ber teşkîlata dewletên Yekbuyî û mîsyona Somalî ya yekîtiya Efrîkayê kiriye, alîkariya muslumanên ku xwestine herin Somali kiriye.
Hereketa Eşşebabê jî, li ser şehadeta Rogo Muhammed beyanatek weşand û ji musluman milletê Kenyayê xwest ku, li ber polîtîkayên hikûmetê yên li ber muslumana şiyar bin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)