Protesto Berdewam In

Lubnanî Dîsa Li Ber Fîlma Heqaretwarî Rabûn Piya

 Serekê Hîzbûllah Seyyîd Hesen Nesrûllah, çend roj berê gazî millet kiribû ku li ber fîlma heqaretwarî tepkiyên xwe nîşan bidin. Bi vê amancê li paytext Beyrûtê bi sed hezaran Lubnanî, mîtîngek mezin li dar xistibûn. Hesen Nesrûllah jî di mîtîngê de xeber dabû.

Do jî li bajarê Sûrê dîsa bi hezaran Lubnanî, li ber fîlmê meşiyan li meydana civiyan, mîtîngek li dar xistin. Hereketa Emel û Fillehan jî destek dan protestoyê. Ji lîderên Emelê Muhammed Gazal, di protestoyê de xeber da û îfade kir ku sîyonîst Îsraîl li pey fîlmê ye û dixwaze di navbera musluman û Fillehan de pevçûnan pêk bîne. Diyar kir ku fîlm ji çarçova azadiya fikrê gelek dûr e.

Axaftvanên din jî îfade kirin ku heqareta kovara Fransayî jî, dibe bibe sebebê hadîseyan. Ji ber vê yekê jî kovarê şermezar kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin