Protesto Gûr Dıbın

Li Çinara navçeya Diyarbekir, piştî nimêja înê millet fîlma ku heqaret li pêxemberê me kiriye, tel’în kirin

 Protesto Gûr Dıbın
Tepkıyên Lı Dıj Emrîka Û Fîlma Xebîs Zêde Dıbın

Li Çinara navçeya Diyarbekir, piştî nimêja înê millet fîlma ku heqaret li pêxemberê me kiriye, tel’în kirin. Protesto ji teref komela Çînar Şefkat-Derê ve hat li dar xistin. Di protestoyê de beyanata medyayî hat xwendin.

Di beyanata Komelê wiha hat gotin “Fîlm bi desteka Emrîka û siyonîst Îsraîl hatiye çêkirin. Di fîlm de ji ğeyrî heqareta li Pêxemberê me û li muqeddesatên muslumana pêvetir behsa tiştekî din nake. Evan melûnana, cesareta xwe ji îdarevanên welatên muslumana yên bizonek û tirsonek digrin. Emrîka behsa azadî û demokrasiyê dike. Gelo azadî û demokrasî heqareta li muqeddesata ye? Emrika her car terorê dike behane û hîncet. Emrîka bi xwe teror e ku van xebîsiya rast dike. Em neviyên Selaheddîn Eyyûbî û Şêx Seîd, li ber van bêbext û xebîsan in. Em tucarî heqareta li pêxemberê xwe û li dînê xwe qebûl nakin. Em bi her tiştî hazirin ku xwe ji pêxemberê xwe re bikin feda.”

Millet bi tekbîr û slogana tevlî protestoyê bûn û destek dan beyanatê. Piştî beyanatê beşdar belav bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin