Li beldeya Çelîkxana Semsûrê, gundîyan bi îdda ku wê ava wan a ku di avdanîyê de diserifînin, ji teref beledîyê ve bê girtin, meşek li dar xist û tewra belediyê protesto kir.
Gundiyan rê li ber wezîfedarên Karên Avê yên Dewletê girtin. Wezîfedar ji bo xebatên testê yên projeya ava Karmkûkê hatibûn ku ava han ji gundê Yeşîlyaylayê tê peydekirin û ji aliyê belediyê ve ji ğeyrî dewra avdaniyê ji bo vexwarinêjî tê bikaranîn.
Gundiyên ku nedixwestin ava ku ji teref mehkemê ve hatiye texsîskirin bidin, ber bi ‘edlîyeyê ve meşîyan.
Niştecîyên belda Çelîkxanê, bi komandarê cendermeyê yê navçeyê Cenk Yilmaz û amîrê Emnîyetê re peyivîn û serokê beledîya navçeyê Mûstafa Bûlut jî protesto kirin.
Serokê beledîyê Mûstafa Bûlût jî ji rojnamegeran re xeber da û îfade kir ku bi tu awayî gundî mexdûr nebûne û welatî şaş hatine agahdarkirin.
Gundiyan li ser soza walîyê Semsûrê Mahmût Demîrtaş ku wê xebatan bide sekinandin, protestoya xwe bi dawî kir.
Çınarın Sesi