Protestoya Li Stenbolê

Deh Hezaran Kes Zulma Îsraîl û Îdara Bangladeşê Protesto Kirin

Partiya Seadetê, do li meydana Qadikoya Stenbolê, ji bo protestokirina bombardimanên siyonîst Îsraîl û zulm û neheqiyên îdara dewleta Bangladeşê, mîtîngek li dar xist. Bi deh hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Millet bi sloganên “ Bimre Îsraîl”, “Qehra Xweda li zaliman be” meşiyan meydanê.

Serekê partiya Seadetê Prof Dr. Mustafa Kamalak, di xeberdana xwe de, da zanîn ku Îsraîla xwedî tanq û fuze, li ber zarokên Ğezzeyê yên bi kevkevan û xwedî îman, mûtleq meğlûb bûye.

Di mîtîngê de mektûba ku  ji teref Delwar Husênê serekê partiya Îslamiya Bangladeşê ve hatibû şandin jî hat xwendin. Di mektûbê de hat îfade kirin ku, partiya îktîdara Bangladeşê, bi desteka Hîndîstanê, dixwaze mensûbên partiya Cemaeta Îslamî îdam bike. Di nav wan de serekê cemaetê yê kevn Ğulam Azamê 91 salî jî heye.

Delwar Husên di mektûba xwe de, ji ber mîtînga wan malavayiya partiya Seadetê kir û wiha îfade kir “Hemî musluman rastî eynî te’deyan hatine. Li Bangladeşê jî van zulmê tên kirin vê qenaetê dide însana ku wê pêşeroja Bangladeşê ya Îslamê be. Wê ummet li ber van zaliman rabe ser xwe.”

Hat îfade kirin ku wê ji partiya Seadetê hinek kes ji bo sekinandina qirara îdamê biçin Bangladeşê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar