Li Brezîlyayê protesto bi protestokirina zema heqrêya otobosan dest pê kiribûn. Protesto guherîn û ketin şeklê protestokirina hikûmetê. Ev 9 roj in ku protesto dewam dikin. Do li 100 bajarî zêdetirî milyonek însan meşiyan.
Millet xwest ku şuxlên derqanûnî biqedin, di seha perwerde û sihetê de tiştên qenc bên kirin. Tenê li Rio de Ceneriyoyê 300 hezar însan protesto li dar xist. Protestovanan tepkî nîşan dan ku çima polîs li ser protesovanan gaza îsotê bi kar aniye. Ji lew trêmbêl şewitandin, camên dikanan şikandin. Di hadîseyan de 44 kes birîndar bûn.
Li paytext Braziliyayê, ji ber fîşekên plastîk û gaza îsotê yên ku polîsan bi kar anîne, zêdetirî 100 kes birîndar bûn. Her wiha li bajarê mezin Sao Paloyê jî bi sedan kes meşiyan. Ji ber protestoyan, serekdewletê Brezilyayê ziyareta xwe ya li Japonyayê îbtal kir. BANGAHEQ