Protestoyên Lı Ber Fîlmê
Evîndarên Pêxember Protestoyên Xwe Dewam Dıkın
Muslumanê cîhanê, li her derê dinyayê li ber fîlma xebîsî protesto û tepkiyên xwe nîşan didin. Her çiqas li ber protestovanan polîs zordestiya bikar tîne jî, welatên muslumana bi yekwicûd li ber van heqaretan serê xwe hildidin.
Do li Çêrmûga Diyarbekirê jî, beyanata medyayî ya girseyî hebû. Bernama protestoyê ji teref Kopru-Derê ve hat li dar xistin.
Protesto piştî nimêja nîvro li ber camiya Hanbaşiyê hat rast kirin. Millet bi tekbîr û sloganan tevlî protestoyê bûn. Fîlm û Emrîka û siyonîst Îsraîlê piştgiriyên fîlmê tel’în kirin.
Beyanat ji teref Seyfettîn Yîğît ve hat xwendin. Di beyanatê de wiha hat diyar kirin “Dijminantiya kufrê ya bi Îslamê re ne nûye. Berî niha jî bi Salman Ruşdî, li Danîmarqayê bi qarîqatoran, li Emrîka ji teref papazan û li Efğanîstanê ji teref eskerên Emrîka ve bi şewitandina Quran û kitêbên dînî, heqaret li hz Muhammed û li Îslamê hatibû kirin. Em van zihniyeta heqaretwarî û kufrî tel’în dikin. Bila her kes zanibe ku Hz Muhammed ji her tiştî me qîmettir e. Her tiştî me jê re feda be.”
Tekbîr û slogan û selewat di protestoyê de qut nebûn. Piştî xwendina duayê bername qediya.