Protestoyên Li Hember Îsraîl

Êrîşên siyonîst Îsraîlê terorîst yên li Ğezzeyê bi ser 6 rojan ketin.

 Êrîşên siyonîst Îsraîlê terorîst yên li Ğezzeyê bi ser 6 rojan ketin. Di van êrîşan de pirrê wan sivîl nêzî nod kes hatine qetil kirin. Hew do tenê 31 kes şehîd bûn. Bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li gelek welatan milletên musluman û însanên xwedî ûjdan li ber van zulm û êrîşan protesto li dar xistin. Li Tirkiyê, li çend bajarên Misrê, Keşmîr, Qûdûs, Berlîna Elmanyayê, Londona Brîtanyayê, Tokyoya Japonyayê, Romaya Îtalyayê, Cakartaya Endonezyayê kesên musluman û xwedî ûjdan, bi panqart û sloganan meşiyan. Bombardiman û zulma îşgalkerê Îsraîl şermezar kirin. Sekinandina êrîşên hewayî yên Îsraîl xwestin. Kuştina jin û zarok û sivîlan telîn kirin. Di aleyhê Îsraîl û Emrîka de slogan avêtin.

Li Elmanyayê di panqartan de wiha hat nivîsandin “Ji 1948an vir ve, jenosîd, îşgal û sirgûnkirin. Êdî bes e.” Li Londonê jî meş heta ber sefaretxana Îsraîl dewam kir. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin