Li Pakistanê ji bo îstîfaya hikûmetê, protesto dewam dikin. Roja sebtê protestovan ber bi avahîya serokwezîrtiyê ve meşiyan. Ji lew polîs mudaxele kir û bi saetan pevçûn qewimî. Roja la’dê jî li paytext Îslamabadê li ber meclîsê protesto hatin hildan.
Polîs bi gaz û fîşekên plastîk mudaxele kir. Protestovanan polîs dan ber dar û keviran. Ji roja şemîyê vir ve heta niha 5 protestovan hatin kuştin. Zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn ku 100ê wan polîs in.
Lîderê partiya Hereketa Edaletê Îmran Xanê lîstikvanê krîketê ku li Îngîltereyê jîyaye û şirîkatiya wî bi îngîlîzan re heye, piştî hilbijartinên Gulana 2013an îddîa kiribû ku di hilbijartinan de hîle hatiye kirin û bi daxwaza ku serokwezîr Nawaz Şerîf û komîsyona hilbijartinê îstîfa bikin, ji Lahorê heta Îslamabadê meşiyabû.
Lîderê Hereketa Xelkê ya Pakistanê Tahîr ul Qedrî jî bi salan li Qanadayê jiyaye û bi îddîayên şoreşê vegeriyaye welêt. Niha ew jî îstîfa hikûmetê dixwaze. Lê serokwezîr Nawaz Şerîf digel protestoyan jî beyan kir ku wê îstîfa neke.
Li aliyê din ordiya Pakistanê gazî kir ku li welêt bê bikaranîna hêz, qirîza siyasî bê çareserkirin. Berdevkiya ordiyê di beyana nivîskî de îfade kir ku li ser protestovanan hêz bê bikaranîn, ew ê rewşê dijwartir bike.
Çınarın Sesi