Protestoyên parka Geziyê li hinek bajaran dewam dikin. Her wiha esnaf û millet jî, ji ber protestoyan nisîbên xwe yên xisara maddî digirin.
Li Enqerê do êvarê polîs midaxela protestovanên ku li parka Kûxûlû civiyabûn kirin. Grûb belav nebûn. Polîs bi ava tazyîk û gaza îsotê midaxela wan kir. Li Stenbolê 76 kesên binçavkirî hatin berdan. Li Îzmîrê ji 34 kesên ku bi îddîa li ser medyaya sosyalê xelkê teşwîkî kîn û dijminantiyê dikin hatibûn girtin, 33 heb hatin berdan.
Li Rîzeyê do danê êvarê grûbekê xwest ku destekê bide protestoyên parka Geziyê. Mensûbên komela Ataturkçu Duşunceyê hewl da ku beyanateke medyayî bixwînin. Lê hinek kesên din li ber grûbê derketin. Di navbera wan de hadîse qewimîn. Polîs midaxela wan kir, ji bo wan belav bike gaza îsotê bi kar anî.
Li Edenê di heyama midaxela protestoyan de komîserek ji pira 5 metre bilind wer bû. Komîserê birîndar rakirin nexweşxanê, lê li wir can da.
Hadîse do bi şev saet di 11an de qewimî. Polîs ji grûba 500 kesî xwest ku belav bibin. Protestovanan guhnedan polîs. Rageşî zêde bû. Toma bi ava tazyîk midaxela protestovanan kir. Di vê heyamê de komîser ji pira 5 metre bilind wer bû. Giran birîndar bû. Wî rakirin nexweşxana dewletê ya Çûkûrovayê, dûre jî birin nexweşxana Başkent Yûreğîrê. Komîser li wir can da. Piştî hadîseyê 25 protestovan hatin binçavkirin, protestovanek jî birîndar bû.
Li aliyê din wezareta karên hundir, li ser mijara ku polîsê li Taksîmê şîddet bi kar aniye dest bi lêpirsînê kir. Li ser talîmata wezaretê di warê ku polîs di protestoyên parka Geziyê de, hêza bêrêje û gaza îsotê bi kar anine de lêpirsîn dest pê kir. Di vê çarçovê de mifettîşên wezaretê, ewilî ew ê bi Sirri Sureyya Onder, dûre jî qezetevan Mutlu Tonbekîcî û Mehveş Evînê guhdarî bikin. BANGAHEQ