PSK HUDA PARê ziyaret kir

Lijneya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya ku ji endamên meclîsê pêk dihat Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.

Endamên Meclîsê yên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Alaattîn Aras û Celal Yildiz Navenda Giştî ya Partiya Doza Azad ziyaret kirin  û di derbarê geşedanî û bûyerên heremê de nirxandinan kirin û bi rayedaran re şewirîn.

Lijneya PSKê ji teref Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û endamê GÎKê Şehzade Demîr ve hatin pêşîwazîkirin.

“Em îadekirina mafên gele Kurd wek tesîskirina adaletê dibînin”

Yavuz ji bona ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî ziman û diyar kir bes ku bila di çarçoveya xweşbinî û edebê de be ew terefdarin  bi kesên ku mensûbên çand , bawerî û fikrên cuda re rûnin û têkevin guftegoyê.

Yavuz di  berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek hareketekê siyasî ji xwe re Îslamê kirine referans û aramanca wan tesîskirina adalete ye.Yavuz dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em îadekirina mafên gele Kurd ên ku ev bû nêzî qernekî hatiye xesbkirin wek tesîskirina adaletê dibînin.Em encax wan kesên ku îadekirina van heqan de serî li şidetê nadin û şidetê ji xwe re wek rêyekê qebûl nakin, îdeolojiya xwe bi zorê mirovan nadin qebûlkirin û mafên Kurdan bi rêyên makul tînin ziman wek mutefîkên xwe dibînin.”

 “Pêwîst e ku Kurd aştiya nav xwe tesîs bikin”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir li ser mucadeleya çekdarî hewldana dan qebulkirina îdeolojiya xwe  nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “ Kişandina şidetê li bajêran û siyaseta kortan di serî de zirarê dide xelkê Kurd û bi giştî jî zirarê dide hemû kesî.Ev kiryar û hareketên mîna van ji zirarê pêve tu fêde nade çareserîya pirsgirêka Kurd. Ji bona ku ev pirsgirêk bên çareserkirin pêwîst e ku Kurd aşîtiya nav xwe tesis bikin.Naxwe bi hêzêninan din şensa anîna aşîtiye tune ye.Ev barekî giran e.Ji ber vê yekê divê hewldaneke hevpar bê nîşan dan da ku fêdeya wê ji bona çareserîya pirsgirêkê çêbibe.”

 “Di warê pirsgirêka Kurd de gelek fikrên HUDA PARê hene ku mîna yên me ne”

Endamê Meclîsê yê PSKê Alaattîn Aras di hevdîtinê de diyar kir HUDA PAR  li heremê aktorekî girîng e û wiha pê de çû: “Di warê pirsgirêka Kurd de gelek fikrên HUDA PARê hene ku mîna yên me ne. Ev ziyareta ku me kir diviyabû berî niha hatibana kirin.Lê ew ê ji vir wê de ev hevdîtin zêdetir bibin.Em dixwazin di demeke nêz de bibin partî û kongreya xwe  ya fermî bicivînin.”

Piştî ziyareta ku hat kirin re Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz ji heyete PSKê re bernameya partiye ên bi zimanê Kurdî û Tirkî peşkeş kirin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar