Berdevkê Encûmanî Neteweyiya Kudistana Sûrî (ENKS) Xalîd Alî ragihand ku Nûnerê Kurdistanê yê Tevgera Reforma Sûrî Cendan Aliyê ku ji bo ziyaretê çûye Dêrika Kurdistana Sûrî ji teref komên çekî yên girêdayê PYDê ve hatiye astengkirin.
Nûnerê Tevgera Reforma Kurdistana Sûrî Cendan Alî û Nûnerê Mixaliftiya Sûrî yê ENKSê Hewas Akîd ji bo ziyaretê çûbû Kurdistana Sûrî.
Her wiha tê ragihandin ku bi dehan rêvebir û partiyiyên ENKSê ji teref PYDê ve di girtîgehên Cizîr û Afrînê de tên girtin. (ÎLKHA)