Serokê komela Ûmût Kapisi Gida Bankasîya Dîyarbekirê M.Siddiq Fûrqan, beyan kir ku bi slogana “Qurban xelasî ye” qampanyaya ‘îda qurbanê dane destpêkirin.
Fûrqan dîyar kir ku îsal bedêla qurbanan wek 400, 450 û 500 lîreyê di sê qategorîyan de eşkere kirine û li hêvîya bexşên xêrxwazan e. Di qampanyayê de kesê ku bixwaze dikare çermên heywanan jî bibexşîne.
Ji bo qampanyayê li hinek bankayên wek Zîraat, Kûveyt Tirk û Tirkîye Fînansê hesab hatin vekirin.