Qamyona bombebarkirî înfîlak kir: 10 mirî 25 birîndar

DİYARBEKİR - Hat ragihandin li gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ji ber ku qamyona bombebarkirî înfîlak kir 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê  qamyona bombebarkirî înfîlak kir.Ji ber teqîna qamyona bombebarkirî  10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li gundika Baqewsa girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê di derdora 22.30an de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber teqîna qamyona bombebarkirî, di kûrahiya 3 metroyan û di firehiya 35 metroyan de çalek vebû.

Li gor beyanên gundîyan berîya teqînê demekê dengê çekan hatiye bihîstin û dû re teqîneke bi tund pêk hat. Hat hînbûn ji ber teqînê 3 wesayît perçe perçe bûne û kesên  di nava van wesayîtan de jî ketine haleke ku neyên naskirin. Li gor ku tê ragihandin di teqînê de herî kêm  10 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm jî 25 kes birîndar bûn.

Nasnameya 5 kesên ku di teqînê de mirin diyar bûn

Li gor agahiyên ku nîştecihên gund dane digel Orhan Yakar, Seyîtxan Yakar, Remzî Yaman, Ugur Yaman û Tevfîk Yaman 10 kes jiyana xwe ji dest dane.Ji ber ku cesed nikarin bên teşhîskirin agahiyeke teqez di derbarê hejmera mirî û birîndaran de nikare bê girtin.(ÎLKHA)

 






 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin