Qamyona ku ‘rêwiyan vediguhast’ qulibî: 78 mirî û 60 birîndar

Li Komareya Afrîkaya Navîn ji ber ku qamyona ku rêwiyan vediguhast qulibî78 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Li Komareya Afrîkaya Navîn li herema Ippyê her çi qas bi qamyonan  veguhastina rêwiyan qedexe be jî dîsa ev bi qamyonan rêwî tên veguhastin. Hat ragihandin li Bajêra Bambariya Komareya Afrîkaya Navîn li herema Ippyê qamyona ku rêwiyan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 78 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin qeza ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kiriye pêk hatiye. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin