Berî niha komîsyona edaletê, pêşnûmaya qanûna der barê rêgirtina li ber fînansmaniya terorê de, şandibû meclîsê. Pêşnûma qanûnê di heyeta meclîsê de hat qebûlkirin.
Di qanûnê de madde û xalên bixeter hene. Li gor qanûn û peymana teşkîlata dewletên yekbûyî, dewleta terorê Emrîka, welatekî yekîtiya Ewrûpa yan jî welatekî mensûbê teşkîlata dewletên yekbûyî, kîjan şexs û sazî û komel û grûbê terorîst îlan bikin, wê Tirkiye jî wan terorîst qebûl bike û dest bide ser malên wan û malên hemî komel û şîrketên ku bi wan re têkildar in.
Her wiha li kesê ku ji van şexs û saziyên di lîsteya reş de re fonê peyda dikin, di navbera 5 û 10 salan de ceza tê birîn. Heger konseya ewlehiya dewletên yekbûyî qirar bide, wê derhal malên van şexs û sazî û grûban bên desteserkirin. Eger sûc li dijî dewleteke ecnebî yan jî saziyeke navnetewî bê kirin, wê lêpirsîn û teqîbat bi îzna wezareta edaletê bê kirin.
bangaheq