Qanûna Fînansmana Terorîzmê

Qanûna ku lı gorî bergırıya fînansmanıya terorîzmê ya neteweyên yekbûyî hatıbû amadekırın û pıştî ku lı meclîsê hatıbû qebûlkırın û dı sıbata 2013an de ketıbû merîyetê, bı dızî û bêdeng tê tetbîqkırın. vê paşîn heyeta wezîran, bı îddîaya ku bı el-qaîdeyê

Qanûna bergirîyên fînansmaniya terorîzmê, bi dizî û bêdeng tê tetbîqkirin. Wezîrê Edaletê yê wê dewrê, ji bo qanûna han weha gotibû: “Me li meclîsê qanûn derxist lê em tetbîq nakin.”

Li ser talîmata Neteweyên Yekbûyî, cara 4an qanûn tê tetbîqkirin. Li gorî qirarê, malhebûnên 2 welatiyên Siûdî, yekî Iraqê, 2 ên Kuweytê û yekî Cezayîrê bi îddîa ku bi el-Qaîdeyê re têkildar in hatin desteserkirin. Li ber vê qirarê wê karibê li Daniştayê doz bê vekirin.

Qanûn bi zordayîna Amerîka û Îsraîla siyonîst, ketibû meriyetê. Pey xeberdana wezîrê edaletê yê wê dewrê, misteşarê Emrîkayê yê ji terorîzm û îstîxbarata fînansê mesûl Davîd Cohen, ewilî Îsraîl ziyaret kiribû, paşê ji bo teftîşê hatibû Tirkiyê.

Qanûna qaşo mucadela li ber terorîzmê, bûbû nerazîbûnên mezin, digel wê jî li meclîsê hatibû qebûlkirin û ketibû meriyetê.

Bi vê qanûna ku konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî lêferz dike, li Tirkiyê li ser malhebûnên gelek kes û sazî û organîzasyonan dikare bê bikaranîn. Li Tirkiyê heta niha 4 caran hatiye tetbîqkirin. Lê qanûna han heta niha tu carî, li ser malhebûnên kesên ğeyrî muslîm nehatiye tetbîqkirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar