Qatarê Xwe Li Ber Zordayînê Negirt

Qatarê xwest ku 7 lîderên Îxwana Misrê di hukmê heftekê de Qatarê terk bikin. Tê texmînkirin ku Qatarê ev qerara dersînorkirinê ji ber zordayîna cûntaya Misrê û Amerîkayê daye.

Qatarê xwest ku ji lîderên Îxwanul Muslîmîna Misrê, di nav wan de sekreterê giştî Mehmûd Huseyîn, endamê heyeta îdarî ya partiya Hurriyet û Edaletê Amr Derrac jî 7 kes Qatarê biterikînin.

Li aliyê din Amr Derrac di beyana nivîskî de di heqê desteka Qatarê ya ji bo mucadela xelkê Misrê ya li ber derbeyê de pesin da û îfade kir ku rewşa herêmê baş dizanin û wiha got: “Lîderên Îxwan yên ji wan terikandina Qatarê tê xwestin, ji bona Qatara ku bi me re xweş me’mele kiriye di zorê de nehêlin, daxwaza terikandinê qebûl kirine.” 

Amr Derrac da zanîn ku wê ji bo şoreşa xelkê Misrê here serî hemî îmkanên xwe seferber bikin û got “Em bawer dikin ku nesreta Allah nêzîk e. Îmana me ya bi Xweda û bawerîya me ya bi xelkê Misrê qet şeht û sist nabe.”

Ji waîzên Îxwan Wecdî Ğûneymê ku divê Qatarê terk bike jî malavahiya xelk û dewleta Qatarê kir.

Di heqê daxwaza dersînorbûna lîderên Îxwan de, tu agahî nehat dayîn lê tê texmînkirin ku ji ber zordayîna cûntaya Misrê û Amerîkayê, ev daxwaz hatiye kirin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar