Qatilê gundparêz beşdarî bûyerên 6 û 8ê cotmehê bûye

Li gor agahîyan, qatilê gundparêza ku duh li navçeya Erdîşa Wanê hat kuştin, di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatiye girtin û piştî demekê hatiye serbest berdan.

Hat ragihandin ku qatilê gundparêzê yê demî  Abdullah Gul , endamê PKKyê ye û di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatiye derdest kirin lê belê pişt re hatiye serbest berdan.

Ji teref Walîtîya Wanê hat ragihand ku gundparêz Abdullah Gul li Çarsûya Qesaban ji teref S.Cyê ku endamê PKKyê ve hatiye kuştin. Her wiha walîtî destnîşan kir ku S.Cyê ku endamê PKKyê ye di wan bûyerên 6 û 8ê cotmehê de hatiye girtin û piştî demekê hatiye serbest berdan.

Walîtîya Wanê di derbarê vê bûyerê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya walîtîyê de wiha  hat ragihandin: “ Di encama lekolînê de hat tespît kirin  qatilê gundparêz, endamê PKKyê  S.C ye. S.C di wan bûyerên ku 6 û 8ê cotmehê de bi hinceta Kobenê hatibûn darxistin de bi şiklekî aktîf cih girtîye. S.C, ji ber vê cih girtina bûyerên 6 û 8ê cotmehê, di 5ê mijdara 2014an de ji teref dadgehê ve hatiye girtin û di 6ê çileya 2015 de ji teref edlîyê ve bi qontrola adlî hati ye  tehlîye kirin.”

Di derbarê qatil de lêpirsîn didomin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar