Qatilên Mavî Marmara Yê Di Navbera Me De Ne

Qatilên Mavî Marmara Yê Di Navbera Me De Ne

Îddîa ya ku, di nava komandoyên Siyonîst yên ku êrîşê Gemiya Mavî Marmarayê kiribûn de hemwelatiyên Tirkiyê jî hene rast derket. Li gor ku tê zanîn di gemiya ku alîkariyê dibir ji bo musulmanên Ğezzeyê de neh Musulmanên Tirk û Kurdên hemwelatiyê Tirkiye hatibûn şehîd kirin.

Li ser îddîayê Dozgeriya Lêpirsînê ket pey ‘eskerên siyonîst yên hemwelatiyê Tirkiye. Dozgeriyê ji bo vê yekê serî kli Teşkîlata Îstîxbarata Millî û Wezareta Karên Derve da.

Li ser vê murace’eta Dozgeriyê Teşkîlata Îstîxbarata Millî, hemwelatiyên Tirkiye yên ku berî êrîşa bi xwîn çûne Îsraîl û du hefte piştî êrîşê vegeriyane Tirkiye xist bin mercekê.

Di netîceya lêkolîn û lêpirsînên Mît û Wezareta Karên Derve derket holê ku heya niha di nav ‘eskerên siyonîst de pênc hemwelatiyên Tirkiye digel adresa wan a îqametê hatine tespît kirin. 

Bi taybetî di xebatên li Stenbol û Îzmîrê zêde dibin de wê îfada şexsên hanê bê sitendin.

Pey êrîşa bi xwîn hinek aktîvîstan beyan kiribûn ku hinek ‘eskerên Îsraîl bi Tirkî xeberdidan. Teşkîlata Îstîxbarata Millî, me’lûmatên huviyetê û adresa van hemwelatiyên Tirkiye ku di terora Îsraîl de hebûne şande Mehkema Cezaya Giran a Heftem a Stenbolê.

Lê di derbarê mijarê de hê lêkolîna Mîtê û Wezareta Karên Derve didome. Pey ku van şexsan tev bên tespît kirin wê me’lûmatên di derbarê huviyet û adresên wan de bên şandin ji Mehkemê re.

Li gor tê zanîn berî niha serekê İhhê Bulent Yildirim beyan kiribû ku di nav ‘eskerên Îsraîl yên ku êrîşê gemiyê kirine de hemwelatiyên Tirkiyê jî hebûne. Yildirim dîsa beyan kiribû ku ji van ‘eskeran yek jê li Stenbol û yek jî li Îzmîrê hatiye dîtin.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar