Li Misrê par di qetlîama Rabîayê de, Esma Bîlteciya qîza Muhemmed Bîltecî hatibû şehîdkirin. Dêya şehîde Esmayê da zanîn ku îdara cûntayê, nahêle navê şehîde Esmayê li ser qebra wê bê nivîsandin.
Diya şehîde Esmayê beyan kir ku salek bi ser şehadeta qîza wê ketiye, lê ordiya derbeker ya Misrê hê jî, li qîza wê zulmê dike, cûnta nahêle navê qîza wê li ser qebrê bê nivîsandin.
Diya wê wiha got: “Meqamên derbeyê, li ser qebrê nivîsandina navê wê jî pir dibînin. Me kevirê bergorê danî, ew jî rakirin. Hevalên wê li ser qebrê weha nivîsandin: Qebra Şehîde Esmayê. Esma li cennetê ye. Cûntayê tehemmula vêya jî nekir, ji bo neyê zanîn ku qebra wê ye, her derê wê boyağ kirin.”
Diya şehîd Esmayê da zanîn ku pir caran qebra qîza xwe ziyaret dike, digel salek bi ser şehadeta wê ketiye jî, heqên ku Esmayê ji bo wan micadele dikir, hê nehatine stendin.
Dengê Xana Axpar