Qedexeya bangê nayê qebûlkirin

Nûnerên STKyan ên ku ji pêşnûmaya qanûnê ya ku ji teref Îsraîla Sîyonîst ve di derbarê di çarçova ji xeynî saetên ku hatine diyarkirin de bangdayîn qedexe ye de hat pejirandin re bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin.

Bertekên ku ji pêşnûmaya qanûnê ya ku ji teref Îsraîla Sîyonîst ve di derbarê bangdayîn qedexe ye de hat pejirandin re didomin. Nûnerê ku ji vê pêşnûmaya qanûnê re bertek nîşan dan diyar kirin ku ev qedexe bi tu wechê nayê qebûlkirin.

Di meclîsa rejîma terorê ya Îsraîl de pêşnûmaya qanûnê ya wek “ji bangdayîna bi hoparlorê ya di saetên hatine diyarkirin de re qedexe” hat pejirandin. Nûnerên STKyên Entabê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev qedexe bi tu wechê nayê qebûlkirin.

Serokê Şaxa Entabê yê Memûr-Senê Ahmet Gok ji bê biryara qedexê re bertek nîşan da û vê yekê şermezar kir. Gok Îsraîlê wek dewleta xeyrê meşrû a rejîma îşqalê wesifand. Dûvre Gok wiha diyar kir: “Beriya hertiştî ji ber ku vê zulmê kiriye ez Îsraîla dewleta xeyrê meşrû şermezar dikim. Wek kesekî yê ku çûyê Qudsê min zulmê ku li wir tê kirin dît. Plan û projeyên van li ser Mescîda Aqsayê heye. Her tim Mescîda Aqsayê taciz dikin. Mislimanên li wir li dijî vê yekê berxwe didin.”

“Ev qedexe ji bo alema Îsalmê ya jimara wê milyar nîv e eyb e”

Gok wiha diyar kir: “Ez niha helwesta Mislimanan dişibihînim Mislimanên ku bendewarê çûkên Ebabîlê bûn dikim. Em çend Mislimanên li dijî artişa fîlê ya ku hatibû li Mekê Kabê xera bike bûn. Me wê çaxê xwe da qontara çiyê em li benda çûkên Ebabîlê bûn. Heke milyar nîv Misliman hene û bendawar in ji çûkên biçûk medetê dixwazin ev yek eyb e. Yanê divê ku em şerm bikin. Heke îro li Qudsê bangdayîn tê qedexekirin divê ku Misliman fedî bikin. Lê em hêvîdar in. Li Erdnîgara Anadolê neviyên Selaheddîn Eyyubî, Fatîh Sultan Mehmet û Hz. Omer hene. Înşeallah dê ew werin cemhev. Dê Quds ji nû ve werin azadkirin.”

“Qedexeya bangê nayê qebûlkirin”

Serokê Komeleya Ilm û Îrfanê Ahmet Batmaz diyar kir hewldana ku ji bo bang were qedexekirin tê dayî bi tu wechê nayê qebûlkirin.

Batmaz diyar kir ku bang şîar û sembola Îslamê ye. Dûvre Batmaz wiha pê de çû: “Bi bangê qelb vedijîn. Dewleta terorê ya Îsraîla îşqalker tehemul nake ku nifşa Mislimanan bi bangê vedijîn. Qedexekirina bangê ya li Qudsê zulm û îhlalkirina mafên însanan a eslî ye. Dewleta terorê ya Îsraîla îşqalker bi qdexekirina bangê zen dike ku dê Mislimanan ji holê rake. Dê ew tu wextê Îslam û Mislimanan ji holê ranekin. Wekê ku Wezîrê me ya Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez diyar dike; ‘Heke ew li Qudsê nabgê qedexe bikin dê ji her xaniyê bang were dayîn. Dê her Mumîn bibe muezin. Înşaellah dê bi dengê bilind banga Muhemmedî bidin.”

 “Ezan çağrısı bir barış, tevhid ve kardeşlik çağrısıdır”

Serokê Şaxa Entabê yê Komeleya Cîhannumayê Mustafa Bozgeyîk diyar kir ku Quds ji bo Mislimanan qasê Mekke û Medînê bi qîmet e.

Bozgeyîk diyar kir ku bang bangewaziya biratîî tewhîd û aşitiyê ye. Dûvre Bozgeyîk wiha pê de çû: “Mixabin ji ber ku banga ku wek fiîlî unsûrek sûcê di mav xwe de nahewîne ji teref parlementoya Îsraîlê ve hatiye qedexekirin. Ev yek pirr kovandar e. Em hêvîdar in ku dê parlementoya Îsraîlê vê yekê ji nû ve binirxîne û vê yekê ji unsûra sûcê derîne. Lewra bang bes bangewazî dike ku bes Misliman werin cemhev û bibin yek. Bang bangewaziya aşitî, tewhîd û biratiyê ye.”

Her wiha bozgeyîk diyar kir ku yekitiya Ummeta Îslamê bes bi wehdetê mimkûn e. Divê ku yekitî û bihevrebûyîn pêk were.

 “Em vê qedexeyê nas nakin”

Serokê Komeleya Onder Îmam Xatîbiyên Entabê (GAÎMDER) Yemlîhan Aksoy destnîşan kir ku ev muemeleyên yekemîn nînin û Misliman vê qedexeyê nas nakin.

Dûvre Aksoy wiha pê de çû: “Ji berê heta niha em dibin şahid ku li dijî Mislimanên Filîstînê neheqî tên kirin. Em vê qedexeyê nas nakin. Lewra civakeke Misliman a ku gor nirxên xwe dijî û di derbarê vê yekê de jî xwedî hesasiyet e heye. Hewldana anîna qedexeyeke wiha gor me tu ferqa wê ji gotina Fransayê ya wekê; ‘komkujiya Ermeniyan tune’. û kesên ku vê yekê dibêjin tên cezakirin tune. Em vê yekê wekê trajîkomîk dinirxînin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe