Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê tê rakirin

MÊRDÎN - Hat ragihandin qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê pê ve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû îlankirin tê gumankirin ku dê di 19ê Tîrmehê de were rakirin.

Qeymeqamtiya navçeya Nisêbînê ragihand qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê Mêrdînê dê qismen di 19ê Tîrmehê de were rakirin.

Di daxuyaniyê de hat belavkirin operasyonên ku bi qedexeya derketina derve ya ji14ê Adara 2016 pê ve destpê kiribû di 03yê Hezîrana 1016an roj Înê qediyaye. Di bergeha van operasyonan de li navçeyê 495 PKKyî hatine kuştin. 515 berîqat hatine rakirin, 53 çal hatine tîjekirin û 226 teqemenî hatine îmhakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdînê di 19ê Tîrmeha 2016an de roja sêşemê qedexeya derketina derve were rakirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye