Mîrza Vedat Çîftçiyê Serokê Lijneya Birêveberiya Odeya Zîreatê yê Sûra Diyarbekirê di debrarê mijarê de destnîşan kir ji dêla gubreya bi amonyum nîtrat cotkar berê xwe dan ure gubreyê ku divê bikaranîna vê gubreyê ji bo cotkaran çi qas bi feyde ye divê bê nîqaşkirin.
“Gubreya ji bo axên me herî baş, gubreya ku di nav de amonyum nîtrat heye bû”
Vedat Çîftçî di berdewama axavtina xwe de destnîşanh kir li heremê corkariyeke modern tuneye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gubreya ji bo axên me herî baş, gubreya ku di nav de amonyum nîtrat heye bû. Digel qedexekirina vê gubreyê cotkar berê xwe dan gubreyên din. Elbest divê bikaranîna ure gubreyê bê nîqaşkirin ka ev cûr gubre ji bo axên me çi qas bi feyde ye. Elbet cotkar dikarin gubreya sirûştî jî bikar bînin, lê mesrefe wê ji bo cotkaran gelek zêde ye. Ger di vî warî de tiştin bên kirin wê demê cotkar dikarin bi gubreya sirûştî bi kar bînin.”
Çîftçî di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir gelo qedexekirina gubrê ji bo girtina pêşiya çêkirina bi amonyum nîtratê açre ye, ez hevî dikim ji vê mişkîlê re çareyek bê dîtin.
“Ger ku hûn cotkar û zîreatê mihafeze nekin, hûn nikarin îqtîsadê jî mihafeze bikin”
Zilkif Ekîciyê ku li gundê Keklîka girêdayê Kayapinara Diyarbekirê cotkariyê dike di derbarê mijarê de destnîşan kir gubreya ku di nav de amonyum nîtrat tuneye hêj tevlî axê nebûye. Ekîcî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îsal cotkar bi qedexeya gubrê mexdûr bûn. Sala borî me bi hêsanî gubreya xwe distand û me bi kar dianî. Lê ji ber ku PKK van gubreyan di çêkirina teqemeniyê de bi kar dianî firotin û bikaranîna wê hat qedexekirin. Vêcar jî cotkar mexdûr bûn. Gubreyek din derxistin piyasê, min wê li erdê xwe reşandlê hêj nehêliyaye. Ger baran nebare îsal ji bo me felaket heye.”
“Tona gubreya ku em îsal distînin hezar û 300 lîre ye”
Ekîcî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir gubreya bi amonyum nîtrat a ku ew her car distandin him baş bû û him jî erzan bû. Ekîcî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tona gubreya ku em îsal distînin hezar û 300 lîre ye, lê ya din 850 lîre bû. Herema me ketiye nava rewşeke wisa. Dewlet ji dêla vê gubreyê ve gubreya ku ji sedî 46 kalsîyum di nav de heye bi kontrol da cotkaran. Ji bo tu karibe vê gubrê bistîne divê tapûya erdê li ser navê te be û divê qeyda te li Pergela Qeydê ya Cotkaran hebe. Her wiha ev gubre di bin çavdêriya memûran de tê reşandin.”
Ekîcî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber qedexeya firotin û bikaranîna gubreya bi amonyum nîtrat cotkar mexdûr dibin.(ÎLKHA)