Ji bo roja 7ê Hezîranê roja dayina deng û rayan, hinek rê û rêbaz û qaîde hene.
Hinek qedexe û qedexeyên ku wê roja hilbijartinê yanê roja bazarê saet ji 6ê sibehê û hetanî 12ê nîvê şevê were sepandin wihaye;
Çi dibe bila bibe teqez firotina araqê wê neyê kirin qedexeye.
Bi kîjan hincetê be jî li dever û meheleyên giştî vexwarina araqê, dayina araqê û pirotina araqê qedexe û qedexeye.
Ji xeyrî Eewlehiyê û kesên ji asayîşê wezîfedarên pê ve divê kes nikare çek anjî madeyên teqemenîyê bi karbîne an jî bi teqîne.
Di heyama ku dana raya didome de kehwexane û kafeyên înternetê û hemî cîhên kêf û şahîyê wê girtî bimîne û lokantayên mezin ê ku tê de cîhê şahîyan jî hebe divê tenê wê karibe xwarinê bide.
Sazîyên weşanê û medyayê, berî saet 9ê êvarî nikare derbarê encama hilbijartinê de xeberan çêbike. Lê YSKa destûrê bide berî saet 9an jî dikarin xeberan derbarê encamê de çê bike. (İLKHA)