Li Tirkiyê tiştên ğerîb diqewimin. Heftekî berê di de’wa Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî de cezayên mehkûmiyetê yên dişibihin qerarên 28ê Sibatê derketin.
Mehkema mehellî, li 15 endam û îdarevanên Komeleyên Civaka Sivîl yên Îslamî 113 sal û 3 meh cezayê hepsê birî. Digel vê Yargitayê jî 37 sal û Nîv cezayê ku li 5 serek û endamên komeleyên Îslamî yên li Edenê hatibû birîn tesdîq kir.
Ji alîkî ve behsa bilindiya Hiqûqê tê kirin û ji aliyekî ve jî van cezayên giran li endamên komeleyên Îslamî tên birîn.
Qerara Yargitayê a milîtan û siyasî, ji alî gelek aliyên civakê ve bi reaksiyon hat pêşwazî kirin.
Di şîroveyên derheqê encama de’wê de hatin kirin de hat gotin ku: “Ev de’we ne hiqûqî ye, mixabin siyasî ye.”
Di derbarê de’wê de Serekê Komeleya Furqan Mela Nîzamettîn Yaçîn beyan kir ku; qerara hatiye dayîn ne ‘eqil û ne jî mentiq qebûl dike. Ev qerar ne hiqûqî ye.
Dîsa ji kesên ceza sitendiye Serekê Komeleya Semere Cengîz Kurtaran jî got: “Vê qerara ku mehkemeyê daye ji hiqûq û ‘edaletê gelek dûr e.”
Serekê Komeleya Mezlûm Farûk Unsal jî got: “Di pêvajoyeke ku bi navê çareseriyê tê meşandin de derketina qirar û encamên bi vî awayî bi pêvajoyê re lihevnayê.”
SerekÊ Komeleya Demkrat Yargi Orhan Gazî Ertekîn jî go: “Divê mehkeme ji nû ve bên sererastkirin.”
Serekê Giştî yê Komeleya Azad Ridvan Kaya jî go: “Li Tirkiyê kelîma rêxistina terorê kelîmeyeke wisaye ku me’na wê nayê zanîn. Vê rewşê mirovan meğdûr dike.”
Parêzer Xalîs Yetkîner jî go: “Bi tezyîqat, binçavkirin û qirarên mehkemeyan dixwazin ku mirovên Musulman terorîze bikin. Bi vî awayî dixwazin ku kesên dîndar tehvdin rêyên ne qanûnî.” BANGAHEQ