“Qerara Şeytanê Mezin li hember tevahîya Mislimanan îlana herbê ye”

Di daxuyanîya ku ji teref Paltforma Evîndarên Pêxember ve hat dayîn de hat ragihandin “Ew qerara Amerîkaya Şeytanê Mezin û Trumpê xulamê cihûyan hema ji carekê ve nehat dayîn. Qerara Şeytanê Mezin li hember tevahîya Mislimanan îlana herbê ye.”

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve derbarê  qerara veguhastina sefareta Amerîka û Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de plana şer a şeytanê mezin hat telînkirin.

“Qerar bo Mislimanan di hikmê tunebûnê de ye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew qerara Amerîkaya Şeytanê Mezin û Trumpê xulamê cihûyan hema ji carekê ve nehat dayîn. Qerara Şeytanê Mezin li hember tevahîya Mislimanan îlana herbê ye û dû re wiha hat gotin: “ Divê temamê Mislimanan fêm bikin ku ji bo Mislimanan ji Mislimanan pê ve bira tuneye.  Quds bes ne paytexta Filîstînê ye; bi heman awayî yê temamê alema Îslamê ye. Qibleya ewil a Mislimanan heta îro yetîm bû, lê digel vê qerarê êdî têket bin esaretê. Kufur milletek e û digel hev di anv îttîfakê de ye ku vê yekê her tim  eşkere dikin. Şeytanê mezin, îşxalkerên sîyonîst û hêzên emperyalîst ên li pey wan de  digel vê qerarê cardin bi êgir leytsin. Înşallah ew ê ev agir ne tenê bedenên wan ew ê qesrên wan jî bişewitîne. Çawa ku di rabirdûyê de kesên bi dînê Xwedê re şer kirine helak bûbûn ew ê bi heman awayî yên îro jî helak bibin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin Quds û Mescîda Eqsa deynê namûsê yê temamê Mislimanan e û wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Divê Misliman bertekeke wisa bidin da ku  zalim ji ber vê qerara xwe poşman bibin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin