Qerarên girîng ên Rewşa Derasayî hatin weşandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Digel Qerarnameya Hikmê Qanûnê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 43 saziyên perwerdehiyê, hezar 229 weqf û komelê, 19 sendîqa û 15 zanîngehên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene hatin girtin.

Tedbîrên  di bergeha OHALê yên Qerarnameyên di hukmê qanûnê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.Li gor qerarnameya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 43 saziyên perwerdehiyê, hezar 229 weqif û komelê, 19 sendîqa û 15 zanîngehên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene hatin girtin.

Xwendevanên zanîngehên ku hatine girtin ew ê di zanîngehên weqf  an jî yên dewletê de bên bicîkirin

Xwendekarên saziyên dibistana bilind ku hatine girtin bi destê YOKê wê di zanîngehên dewlet û weqfan da bên bicîkirin. Heta ku xwendekar mezûn bibin wê zanîngeh heqê perwerdehiya wan bide. Biryar û rêvebirin di vê mijarê da ya Lijneya Perwerdehiya Bilind e.

Mensûbên darazê

Der heqê kesên ku endamên rêxistinên terorê ne an jî endamê rêxistin, kom û tevgerên ji aliyê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ve wek yên bi zirar hatine eşkerekirin û yên bi wan re eleqeya îqtîsadî hene de; heke endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn bin Lijneya Dadgeha Qanûna Bingehîn, heke endamên Daraza Îtirazê bin Lijneya Daraza Îtirazê ya Ewil, heke endamên Şûraya Dewletê bin Lijneya Serokatiya Şûraya Dewletê, ku dadger an jî dozger bin Lijneya Giştî ya Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran, heke endamên Dîwana Muhesebat bin bi destê Serokatiya Dîwana Muhesebat û alîkarên serok lijneyeke bê avakirin û qerarê were dayîn.

Her wiha hat ragihandin ew ê pasaportên taybet û ruxsetên silehan kesên ku ji wezîfeyê bên avêtin werin betalkirin û ev kesê di 15 rojan de ji lojmanên dewletê bên derxistin.

Dema binçavkirinê bû mehek

Li gor qerarnameya di hikmê qanûnê de ya di çarçoveya tevdîrên ji bo rewşa derasayî hatin wergirtin de di dema dewamkirina rewşa derasayî de wextê binçavkirinê de wextê binçaviyê, birin û anîna dadgeriyê, heke tiştekî mecbûrî tunebe ji 30 rojî derbas nabe.

Cardin wê nikaribin di karê qamûyê de bixebitin

Bi qerarnameya qanûnê ya ku ji bo teddîrên OHALê hat derxistin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin xebatkarên qamuyê û kesên ku endamtiya wan bi komên rêxistinê terorê re hene wê ji kar werin derxistin û cardin nikaribin bikevin karên qamuyê.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye