Qeşaşîra deverî ya xelkê Efxenistanê: Şîryex

Xelkê Efxen di mehên germ a havînê de, bi qeşaşîra şîryex a ku bi destan çêdikin xwe hênik dikin.

Xelkê Efxen di mehên havînê de, qeşaşîra ku gerek bi şîrê bizînê bê çêkirin ji ber tinebûnîya meddî bi şîrê çêlekê çêdikin û di mehên havînê de dixwin.

Qeşaşîra şîryexê, bi cemeda ku li derdorê qazanên ku şîr tijîne tê gerandin û dibe qeşaşîr.

Nurullah Habîbîyê ku diyar kir ev şîryex aîdê herêmê ye û bi destê însanan tê çêkirin, ev qeşaşîr piranî ji teref mirovên feqîr ve tên standin.


“Kêfa qeşaşîrê bi taybetî di demên êvarê de û bi malbatî tê kirin”

Habîbîyê ku diyar ku ev qeşaşîra şîryexê li Kabîla paytexta Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê bi taybetî li Taxa Xoşalganê tê firotan weha got, “Bi hatine hewayên germ xelkê Efxen bi taybetî di demên êvarê de bi malbatê tên cem hev û wek şêranîyê kêfa qeşaşîrê dikin. Li alîyekî qeşaşîrên ku bi makîneyan tên çêkirin hene û li alîyekî jî bi destan a ku deverîye tên çêkirin hene, navê wê qeşaşîra deverî jî Şîryex e.”

Qeşaşîra Şîryex çawa tê çêkirin?

Habîbîyê ku îfade kir ji bona ku qeşaşîra şîryexê bi tehm bibe hinek şîrê bizinê jî dikin navê, çêkirina qeşaşîra şîryexê weha qal kir:

“Qeşaşîra Şîryexê ji ber tinebûnîyê û ji ber ku fîyeta wî kêm e ji şîra çêlekê tê çêkirin. Elbet mirovên ku tehma devê xwe zanin û pereyê wan hene qeşaşîrên ku bi şîrê bizinê tê çêkirin distînin. Şîrê bizinê an jî çêlekê pêşî dikeve nav qazanan. Dûre jî derdorê qazanan bi cemedê tên tijîkirin. Paşê ger ji alîyê rastê re ger jî ji alîyê çep re tê gerandin û heta bibe wek qeşaşîrê ev dewam dike. Dûre jî gilowerik dikin û ji serwîsê re amade dikin. Li ser wî re jî qeymax an jî mirovên ku bixwazin fistiqan di ser de werdikin.”

Habîbîyê ku diyar kur Misilmanên ku ji Tirkîyê werin bira mitleqe ev qeşaşîrê bixwin, ev jî ew ê wan gelek kêfxweş bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno