Qesra Îshaq Paşa ya ku li navçeya Bazîda Agirî ye ji mîmarên herî bandordar ên ku di qerna 18 emîn a Heyama Laleyê de hatiye sazkirin e. Qesir ji her yekî ji ziyaretvanên xwe re bi şiklekî cudatir xwe dide nîşandan.
Ji ziyaretvanan Mahmut Ertugrul diyar kir ku qesir her sal ji hezaran turîstên biyanî û mehelî ve tê ziyaretkirin. Ertugrul wiha qala qesrê kir: “Qesra Îshaq Paşa li Tirkiyê ji saziyên herî girîng e. Bi taybet di demsala zivistanê de barîna berfê û mij qesrê xweşiktir dike.”
Hunermendê wênekêş Omer Faruk Altay diyar kir ku ew ji bo pêşbaziyên xelatî ji bo kişandinê Qesra Îshaq Paşa tercîh dike. Dûvre Atalay wiha destnîşan kir: “Ez hunermendî wêneyan im. Havînê tim û tim em qesrê ziyaret dikin. Ez ji bo pêşbaziyên xelatî bi taybet qesrê tercîh dikim. Rastî zivistanan jî xweş e. Îro jî li ser Bazîdê mij hebû. Me jî bi hevalên xwe re wêneyên pirr xweşik kişandin.”
Erkan Tanrikuluyê ji ziyaretvanên din wiha axivî: “Qesra Îshaq Paşa ji bo gerê derekî xweş e. Min mêvanên xwe anî qesrê. Ez wan digerînim. Mim xweşê min û him jî ya mêvanên min çû. Ciyekê pirr bi qîmet e. Berê wekê kavil bû. Niha bi sazkirina ji nû ve pirr xweşiktir bûye.”
Qesra Îshaq Paşa an jî Kuliyeya Îshaq Paşa nêzî Çiyayê Agirî ye. 116 odeyên wê hene. Din av qesrê de gor, mizgeft, sûr, heşên derve û hindir, dîwan û qawîş hene.
Qesra Îshaq Paşaya ku ji nivîskar, edebîyatnas û zanistên Kurdan Ehmedê Xanî tê de katibî kiriye piştî Qesra Topkapi berhemekî herî mezin û navnîşan a Osmaniyan e. Ev saziya ku ji qesrê zêde kuliye ye saziya herî mezin a Osmaniyan a ku di Dewra Laleyan de hatiye sazkirin e. Sazkirina wê nêzî 100 salan domiye. Ji bo qada dîroka huneran saziyekî pirr bi qîmet e.
Teybetiya herî girîng a Qesra Îshaq Paşa ew e ku di dinê de herî ewil tesîsata kalorîferê li wir hatiye sazkirin. Dema ku derfetên wê çaxê tên fikirîn tê dîtin û fêmkirin ku bi kedekî çawa hatiye sazkirin. (ÎLKHA)