Qetlîama Baqewsê ya ku ji teref PKKê ve hat kirin nehat jibîrkirin

Êşa qetlîama ku ji teref PKKê ve li Baqewsa Diyarbekirê hat kirin û tê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan wek roja ewil tê hîskirin. Ji bo kesên ku di qetlîama ku PKKê kir de jiyana xwe ji dest dan bernameya yadkirinê hat tertîpkirin.

PKK meha Gulana sala borî li gundê Baqewsa Diyarbekirê  ji ber ku qamyona bombebarkirî teqand 16 kesên ku gundê Herbecinê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo 16 kesên ku di ji teref PKKê ve hatin qetilkirin li gundê Herbecinê bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Waliyê Diyarbekirê  Huseyîn Aksoy, Miftiyê Diyarbekirê Burhan Îşleyen, Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Cuma Atîlla, Midûrê Ewlehiya Diyarbekirê Aslan û gelek kesên din beşdarî bernamê bûn.

Di bernamê de Mewlûda Şerîf hat xwendin û dû re nimêja înê hat kirin. Piştî nimêja înê endamên protokolê û welatî  digel hev çûn ser qebrên kesên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin û li ser rûhên wan fatîha xwendin û ji teref Muftî Îşleyen ve ji bo wan dia hat kirin.

Di 12ê Gulana 2016an de ji teref PKKê ve  li Baqewsa Sûra Diyarbekirê  qamyona bombebarkirî hat înfîlakkirin  û di bûyerê de 16 gundî jiyana xwe ji dest dan û 26 gundî jî birîndar bûn. Ji ber şîdeta teqînê di kûrahiya 20 metroyan de çal çêbûbû.

ÎLKHA





















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe