Qetlî’ama Enfalê Ji Alî Îngîlîstanê Hat Qebûl Kirin

Parlementoya Îngîlîstanê, qetlî’ama Enfal a ku di dema Seddam de li hember Kurdan hatiye kirin wek awayê komkujiyê qebûl kir.

Parlementoya Îngîlîstanê, qetlî’ama Enfal a ku di dema Seddam de li hember Kurdan hatiye kirin wek awayê komkujiyê qebûl kir. Li ser vê yekê Serekwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî beyanatek da û kêfxweşiya wan a ji ber vê qerarê diyar kir.

Qerara di derbarê Netewekujiya di dema Seddam de li hember Kurdan hatibû kirin, bi raya tevî endamên parlementoyê hat qebûl kirin.

Di qerarê de hat diyar kirin ku; di sala 1988an de ji alî îdara Be’esê ve li hember Kurdan komkujî hatiye kirin. Di encama vê komkujiyê de 200 hezar Kurd hatine kuştin û ev yek netewekujiyek e.

Li ser vê qerara parlementoya Îngîlîstanê, Nêçîrvan Berzanî jî di derbarê vê qerarê de kêfxweşiya Kurdan beyan kir.

Berî vêga Swêd û Norweçê jî vê qetlî’amê wek komkujiyeke li hember Kurdan qebûl kiribû.

Îdara Be’esê di sala 1988an de komkujiyeke mezin li hember Kurdan dabû destpê kirin û di encama vê komkujiyê de 180 hezar Kurd hatibû qetlî’am kirin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin