Li gor tê zanîn di 28ê Kanûna sala 2011an de teyarên dewleta Tirkiyê bazirganên sînor bombebaran kiribûn. Di encama bombebarana teyarên dewletê de 34 gundiyên Roboskî ku bi piranî zarok bûn bi awaye kî xwînxwar hatibûn qetil kirin.
Salvegera Qetlî’ama Roboskî nêz dibe. Komîsyona Lêkolîna Heqqên Însanan a Meclîsê jî rapora xwe anî ber bi dawî kirinê ve..
Lê belê di vê heyamê de ji Serekê Komîsyonê di derbarê qerara dozgeriyê a “divê bi dizî be” rexne hatin.
Serekê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun diyar kir ku: “Pey qerara dozgeriyê a “divê veşartî bê hiştin” karên komîsyonê nîvî ma ne û hatina me’lûmatan di derbarê qetlî’amê de hindik bûne.” .
Ustun beyan kir ku: “Heya qerara dozgeriyê tu mani’ li pêşiya me nînbûn lê belê pey qerarê me fêm kir ku êdî emê nikaribin bi pêştir herin û me dest bi nivîsandina raporê kir.
Komîsyon, dixwaze ku di salvegera Roboskî de rapora xwe biweşîne.
www.bangaheq.net
Qetlî’ama Roboskî
Ayhan Sefer: Qerara Veşartî a Dozgeriyê Men’a Me Kir
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin