Qetlîamen Esed Didomin

Êrîşên rejîma sûrıyê yên lı ser xelkê vî welatî dewam dıkın. ordıya esed bı ser herêmên muxalîfan de bombeyên warîlê dıbarîne.

Êrîşên rejîma Sûriyê yên li ser xelkê wê dewam dikin.


Xelkê Sûriyê bi daxwazên însanî derketibûn kuçeyan. Rejîma Esed li ser xelkê dest bi qetlîaman kir. Ev serê 4 salan e ku li welêt drama însanî û qetlîam didomin.
Nexasim ordiya Sûriyê, bi ser herêmên sivîl de bombeyên warîlê dibarîne.

Helîkopterên Esed li Helebê dîsa bi ser herêmên di destê muxalîfan de bombeyên warîlê barandin. Bi bombeyên warîlê yên li ser herêmên Bab Neyrab û Şearê, 17 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.


Şahidan îfade kir ku kesên birîndar, bi ambulansan rakirine nexweşxaneya sahrayê, li deverên ku bombe bi ser wan de hatine barandin xisareke mezin a maddî qewimiye.


Di êrîşên ku ev serê 4 salan dewam dikin de, heta niha herî hindik 150 hezar kes hatine kuştin, bi milyonan kes bûne multecî. Li welêt bi milyar dolaran zirar pêk hatiye. Li welêt gelek herêm bûne xirbe û xopan.


Li welêt ji ber êrîşan, di nav wan de xanî û nexweşxane û camî û mekteb û dêr jî, 2 milyon û 945 hezar avahî ya xera bûne an jî xisar dîtine.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"